Şênîyên Efrînê Li Til Rifetê Komînên xwe Ava Dikin

April 16, 2018

Şênîyên Efrînê bi alîkarîya Encûmana Rêveber a Navçeya Til Rifet komînên xwe ava kirin. Li bajarê Til Rifet û gundên wê 12 komîn hatin avakirin û amadekarî tê kirin ku hin komînên din jî werin avakirin.

Di rîya komînan re alîkarî li welatîyan tê belavkirin,. her wisa di paqijkirina xanîyan de jî alîkarîya welatîyan tê kirin.

Endama yek ji komînan a bi navê Ferîda Hebeş diyar kir ku di nava rojên hefteyê de ji saet 08.00 û heta 18.00’an dest bi karê xwe dikin û di vê demê de pêdivîyên welatîyan ji şîrê zarokan, nan û avê peyda dikin.


Şirovegeh

Şiroveyekê Binivîse

Qadên pêwîst in *


nas fm

Current track
TITLE
ARTIST